Qeter û Urdunê di fînala cama Asyayê de pêşberî hev dibin

Qeter û Urdunê di fînala cama Asyayê de pêşberî hev dibin
Qeter û Urdun - fînala cama Asyayê

Welat TV - Hewlêr

Qeter û Urdunê di fînala pêşbirka cama Asyayê ya 2023an de li Qeterê pêşberî hev dibin.

Yariya dawîn ya cama Asyayê dê îro êvarê demjimêr 18:00 li yarîgeha Losêl li Eldohayê paytexta Qeterê bi rê ve biçe.

Qeter ji bo cara duyemîn li pey hev dighe fînala cama Asyayê ku beriya niha bû palewanê sala 2019an û niha dîsa li ser axa xwe fînalê dilîze. Urdun jî bo cara yekem di dîroka xwe de digihe fînala cama Asyayê.

Bi giştî Qeter û Urdunê 21 yarî lîstine, Qeter 11 û Urdunê jî 6 serkeftin bi dest xistine.

Yek ji Urdun û Qeterê dê îro bibe palewanê Asyayê û dê 5 milyon dolar weke xelata diravî werbigire.