Qeter bo cara duyem li pey hev dibe palewanê Asyayê

Qeter bo cara duyem li pey hev dibe palewanê Asyayê

Welat TV - Hewlêr

Qeter di fînala pêşbirka cama Asyayê ya 2023yan a topa pê de Urdun têk bir û bû palewan bo cara duyem li pey hev.

Yariya dawîn ya cama Asyayê duh êvarê demjimêr 18:00 li yarîgeha Losêl li Eldohayê paytexta Qeterê bi rê ve çû.

Qeterê bi encama 3-1 Urdin têk bir, her 3 golên Qeterê ji penaltiyan bi rêya lîstikvan Ekrem Efîf di xulekên (22, 73 û 95) de hatin, gola Urdunê ya tekane jî bi rêya lîstikvan Yezen Elni´êmat di xulka 67 de hat.

Qeter ji bo cara duyem li pey hev dighe fînala cama Asyayê û dibe palewan ku beriya niha bû palewanê sala 2019an.