Grûpa Brics dilgiraniya xwe ji hebûna çekdarên biyanî li Sûriyê nîşan dide

Grûpa Brics dilgiraniya xwe ji hebûna çekdarên biyanî li Sûriyê nîşan dide

Welat TV - Hewlêr

Grûpa Brics karên tûndûtûjiyê li Sûriyê şermezar kirin û dilgiraniya xwe ji hebûna çekdarên biyanî li Sûriyê nîşan da.

Brics di daxuyaniya dawîn ya lûtkeya xwe ya 17an de, ku li Berazîlê hate lidarxistin, banga piroseyeke siyasî ya giştgir li Sûriyê kir li gorî biryara 2254 ya Encûmena Ewlehî ya Neteweyên Yekgirtî.

Daxuyaniyên karên tûndûtujiyê li Sûriyê şermezar kirin û sersaxî pêşkêşî malbatên qurbaniyên êrîşa li ser Dêra Mar Ilyas li Şamê kirin.

Grûpa Brics dilgiraniya xwe ji gefa çekdarên biyanî yên li Sûriyê nîşan da û ji hikûmeta veguhêz a Sûrî xwest ku li pêş terorê raweste.

*Her weha bixwîne: UN: Veguhestina siyasî ya giştgir berê bingihîn ê her aramiyekê ye li Sûriyê