Welat TV programeke nû diweşîne.. Dîrok, şûnwar, huner û ciwaniya Efrînê belge dike

Welat TV - Hewlêr

Kenala Welat TV, programeke nû ji şopîner û temaşevanên xwe re serbarî programên xwe yên cur bi cur dike.

Program bi navê Gundên Welat e, tê de guhdana kenala Welat TV bi civaka Kurdî, jiyana Kurdewarî, jiyana gundan û foklora Kurdî nîşan dide.

*Naveroka Programê

Programa Gundên Welat li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê digere, çîrokên gund bi gund, navçe bi navçe û sruşt û ciwaniya wê deverê û girêdana şêniyên Kurd bi xaka xwe û hêviya vegera koçberkiriyan ji temaşevanan re dide xuyakirin.

Programa (Gundên Welat) heftiyê li gundekî ye, dîrok, şûnwar, damezrandin, û malbatên damezrîner ên wî gundî, dapûnerît, çand, rewşenbîrî, hunera deverê ku bi landika hunermendên Kurd tê naskirin, û hûrgiliyên gund diyar dike.

*366 gund û 7 navçe

Programa Gundên Welat, herêma Efrînê bi giştî, li xwe digire, 366 gundan û 7 navçeyên wê, ku di vê dema dawiyê de şêniyên wê vedigerin, ew jî piştî jiyaneke nexweş ji binpêkirin, êş û azaran ji sala 2018an ji dema derbasbûna grûpên çekdar ji herêmê re dîtin û koçber bûn.

Programa Gundên Welat girnîgiyê dide, kevneşopî û şûnwarên Efrînê, û jiyana nû hevdemê vegera zêde ya şêniyên Kudr, xelekên xwe dixemlîne.

*Pêşkêşkar hestên xwe dibêje

Di hevdîtineke taybet de pêşkêşkara programê Roliyan Hec Ehmed, got: Programeke cuda ye, û bê amadekirin ez pêşkêş dikim, ciyawziya wê ew ku hevdîtinên sade li gel şêniyên gundan e û pêşwaziyeke germ li me tê kirin.

Roliyan da zanîn, Em gund bi gund digerin, çand, huner, dapûnerît, kultur, folklor, taybetmendiya wan, xwwrina wan, vexwarina wan û karê wan, nas dikin û ji temaşevanan re pêşkêş dikin. 

*Dewlemendiya Efrînê

Taybetmendiya Efrînê, ew e ku bi gelî, çem, gol, xêrûbêrên xwe yên berhema çandiyê navdar e, 18 milyon darên zeytûnan û 2 mliyon darên hinaran û bi dehan ji curên din wek gûz, behîf, sêv, çeftelî, xox, gêlas... tê de hene û bi dehan, curên din hene.

Ji bilî wê bi dehan ji guvajgeh, kargehên bêrîn, sabûn, û kelûpelên destî, û kargehên dirûtinê hene, her weha pirengiyeke olî heye, û weke nimûneyekê ji biratî û pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû olan de tê naskirin.

*Karvedanên yekem xelek

Di yekem xelek de ji Programa Gundên Welat de ku li gundê Meydankê bû, karvedaneke mezin li ser torên civakî li pey xwe hişt, û şopîneran kêfxweşiya xwe ji wê programê re nîşan dan, û bi programke serkeftî bi nav kir.

Li ser asta gundan, pêşwaziyeke germ lê hat kirin û amadekariyên xwe ji derketina li pêş kamîreya Welat TV nîşan dan.

*Armanca programê

Armanc ji programê, girêdana şêniyên Efrînê bi bîrdanek xwe ve ye da ku di bîrdankê de wenda nebe, û her zindî be û hêviya vegerê di dilê koçberan de biçîne.

*Dema weşanê

Programa Gundên Welat heftiyane demjimêr 8ê şevê ji roja Pêncşemê bi dema Hewlêrê ku di heman demê li Efrînê jî 8 e, tê weşandin.