Yûnan daxwazên penaberiyê yên Sûriyan rawestandin
Welat TV – Hewlêr
Yûnan biryar daye ku daxwazên penaberiyê yên welatiyên Sûriyê li cem xwe rawestîne.
Wezîrê Koçberî û Penaberiyê yê Yûnanî Sanos Bilîfrês di daxuyaniyekê de ji bo rojnameyeke Yûnanî re da zanîn, wan mîna Qubrisê biryar da ku daxwazên penaberiyê yên Sûriyan li Yûnanî rawestînin, û got biriya penaberên kevin ji hilgirên Îqameyên Parastinê Beşkî jî li xwe digire.
Wezîrê Koçberî û Penaberiyê yê Yûnanî got, kesên ku biryara wan di serî de li xwe digire, welatiyên Sûrî yên ji pêkhateya Sunî ne, û got jî ku niha ew ê di wergirtina daxwazên penaberiyê yên welatiyên kêmîneyên olî yên Sûrî de, berdewam bin.
*147 hezar penaber
Ji sala 2011an ve, Yûnanê mafê penaberiyê daye 147 hezar welatiyê Sûrî, û li gorî hikûmeta Yûnanî 150 hezarên din di rêya Yûnanê re xwe gihandina welatên din ên Yekîtiya Ewropayê.
►Her weha bixwîne:
100 hezar penaberên Sûrî ji Xazî Entabê vegeriyane welatê xwe
UN asankariyên Herêma Kurdistanê bo penaberên Sûrî bilind dinerxîne