Barrack: Divê HSDê yekîtiya Sûriyê qebûl bike
Welat TV - Hewlêr
Şandiyê Emerîka yê Taybet bo Sûriyê Tomas Barrack da zanîn ku divê HSDê yekîtiya Sûriyê qebûl bike.
Barrack ev yek îro piştî civîna şanda HSDê û berprsên hikûmeta Sûrî li Şamê ragihand û diyar kir ku xak, artêş û gelê Sûriyê yek e û divê HSDê di danûstandinên di vê derbarê de nerim be.
Şandiyê Emerîkî got jî ku divê HSDê di demeke nêzîk de tevlî artêşa Sûriyê bibe.
Derbarê pêvajoya aştiyê li Turkiyê jî Barrack serbar kir ku ew ê bi erênî bandorê li rewşa Sûriyê bike.
*Her weha bixwîne: Medyaya nêzîkî HSD: Şandiyê Emerîka, nûnerên HSD û Şamê dicivin