Kotdîvwar cama Ifrîqiyayê bi dest xist
Welat TV - Hewlêr
Kotdîvwar di fînala pêşbirka cama Ifrîqiyayê ya 2024an a topa pê de Nêciriya têk bir û bû palewan ji bo cara sêyem di dîroka xwe de.
Yariya dawîn ya cama Ifrîqiyayê duh êvarê li yarîgeha Elhesen Watawa li bajarê Ebîdcan li Kotdîvwarê bi rê ve çû.
Kotdîvwarê bi encama 2-1 Nêcîriya têk bir, gola Nêcîriya ya tekane bi rêya lîstikvan Wêlyam Tirost Îkong di xuleka 38an de hate tomarkirin, her 2 golên Kotdîvwarê bi rêya lîstikvan Firank Kîsêh di xuleka 68an û Sîbastiyan Haler di xuleka 81ê de hatin tomarkirin.
Kotdîvwar 5 caran di dîroka xwe de gihîşt fînala cama Ifrîqiyayê jê 3 caran bû palewan ku beriya niha di salên 1992 û 2015an de cama Ifrîqiyayê bi dest xistibû.