Bidawîhatina rêber e… An destpêka lêvegerê ye?

Bidawîhatina rêber e… An destpêka lêvegerê ye?

Idrîs Omer

Ji dema ku hatiye girtin, bi rêya operasyoneke istîxbaratî ya zehmet sala 1999, ku hejmarek welatan tê de beşdarî kir, Ocelan, derbasî qonaxeke nû ji jiyana siyasî bû: Ji rêberekî tevgera berxwedaneke çekdarî ku banga Kurdistaneke serbixwe dike, bû dîlgirtiyekî di zîndana Îmraliyê de, hêdî hêdî, ji nerînên xwe yên rizgarîxwaz vegeriya, di gotarên PKKê de, nerînên girêdayî “Biratiya Gelan” û “Demokratî û Hevparî”, “Gelê Demokarat”, li şûna projeya Kurdistana serbixwe, derketin, ku ji bo wê projeyê, nifş li pey nifşekî ji Kurdan xebata xwe dikir, û baceke giran ji derdeserî û xwînê dan.

Ev guhertin a ji gotara rizgarîxwaza netewî bo projeyeke gelerî ya fereh bê naverokek serwerî yan netewî, kar li ser lawazkirina hestên netewî yên Kurdî kir – Bi mebest an bê mebest - Bi taybet li ba nifşê nû yê ku stemkariyên rêjîmên Totalîtariyê nedîtine, êş û karesatên ku di ser gelê Kurd de hatine, nedîtine. Ev guhertin, ne guhertina ku ji valahiyekê, an pêşhateyke normal di hizra siyasî de bû, lê ji encama karekî rêbazkirî û bi danûstandinên nihênî li gel sîxurên Turkiyê (MIT) bû, tê de bihevguhertinek di navbera projeya netewî ya Kurdî, bi buhayekî siyasî sembolî hat kirin, armanca wê mana Ocelan di jiyanê di rewşeke girtinekê de li gel “Zehmetiyeke kêmtir” bû.

Îro ji nêşkê ve ku karvadanên zêde li qada siyasî li pey xwe hiştin, Ebdulah Ocelan deket û daxuyaniyek da û got, “Erkê PKK bi dawî hat” Ew jî bi behaneya ku înkarkirina nasnameya netweî ya Kurdî ji aliyê dewleta Turkiyê êdî ne li dar e, û niha danpêdanek bi vê nasnameyê heye. Ev daxuyanî di demekê de tê ku bi berdewamî Turkiyê, mafên gelê Kurd paşguh dike, ev jî pirsên kûr, li ser guhertina edyolojî û siyasî ji PKK û rêberê wê re tîne holê.

Tevî propagandayek heye ku guhertinek di helwestên Turkiyê li hember Kurdan çêbûye, lê heta niha prensîpên damezrîner ên komarê hîn li dar in: Yek gel, Yek al û Yek ziman. Tu guhertinek di destûra Turkiyê de nehatiye encamdan ku danê bi mafên gelê Kurd weke neteweyeke serbixwe bike, ta niha her kesekî ku banga mafên netewî, fedralî û mafên rewşenbîrî dike tê serkutkirin û rastî stemê tê. Eger gotûbêjiyek li ser danpêdana bi nasmaneya Kurdî hebe, tenê daxuyaniyên siyasî ne, ji bo ciwankirina wêneya Turkiyê li derve, lê di rastî de rewş berûvajî vê yekê ye û binpêkirin zêdetir dibin, û girtiyên siyasî yên Kurd zêde dibin, her weha serokên şarederiyan tê rakirin û “Qeyûm” ji kesên alîgirên hikûmetê li şûna serokên rewa yên hilbijartî tên danîn.

Ev guhertinên bilez û xerîb di “Nermbûna” gotara Ocelan de ku di heman demê serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan, hevokên wek “Kurd û Turk ji hezarên salan ve bira ne” dubare dibin, tu carî ev guhertinên çêdibin, bi guhertinên navdewletî yên metirsîdar neyên birîn, ku eger heye, careke din, neşxeya deverê li sêya gurbûna rewşê li Rojhilata Navîn û zêdebûna hejmûna Israîlî – Emerîkî li deverê ne dûr in. Her weha eniya ku xwe bi Eniya Berxwedanê dida naskirin, piştî şerê 7ê Oktoberê û şerê Isrîal û Îranê paşve çû, lewma Enqere dît ku metirsî di rê de ye, û divê li rewşa hundir vegere û her projeyeke Kurdistanî li Sûriyê yan Iraqê ji nav bibe, û Ocelan ji bo guhertinên li Rojhilata Navîn bi kar anî.

Pirsa ku tê kirin: Çarenivîsa bi hezaran ji girtiyên siyasî ji alîgirên PKKê ku ji dehê salan ve di zîndanên Turkiyê de ne dê çi be? Turkiyê dê wan serbest berde? Lêbûrîneke giştî dê hebe ku serkirdeyên rêza yekê li xwe bigire gelo? Çarenivîsa hêzên gerîla (Beşê Leşkerî yê PKK) dê nezelal be? Gelo lêbûrîneke giştî piştî çekdanînê dê hebe? Gerantor çi ye ku proseya çekdanînê bi cî bû û ji Qendîlê derketin careke din rastî girtin û lêpirsînê neyên?

Dawî: Di navbera aştî û xweradestkirinê de

Tu kes ne li dijî aştiyê ye, lê ev çi aştî ye ku li ser hesabê tunekirina mafan û ciwankirina dagîrkiriyê ye? Aştiya rasteqîne ne di rêya wê yekê re ye ku tu ji prensîpên xwe werê xwar, lê di rêya bicîkirina dadperwerî û danpêdana rasteqîne bi mafên gelên stembar re ye. Tişta ku îro rûdide ne aştî ye, lê xweradestkirinek e li ser bingeha gotarên dûr ji rastiyê ne, armanc jê jihevxistina projeya netewî ya Kurdî ye.

Tişta herî metirsîdar ew e, ku xwebawerî li ba Kurdan lawaz bibe, di dilê wan de hestên nekarîn û kêmîtî weinr çandin, û êdî bibin desteyek di projeyên ne di berjewendiya wan de bin. Pêwîstiya projeya Kurdî bi lêvegereke giştî heye, dûr ji slogan û drûşman, xwebawariyê bi mafê netewî vegerîne û ruhê tekoşerî û serdemî bawerî bi azadiyê bike vegerîne, aştiyekê li ser bingeke danpêdanê be, ne înkar û qirkirinê be, li ser bingeha hevpariyê be ne li ser bingeha desteseriyê be.

Dema gotina rastiyê hatiye: Ocelan nûnertiya hêviyên gelê Kurd di rizgarkirin û rûmetê de nake. Bi rewşa xwe ya nû kar li ser jinavbirina mîratê netewî û lawazkirina ruhê berxwedanê –Bi mebest an bê mebest – dike, û doza Kurdî dike projeyeke civakî nerim, bê kok û bingehên siyasî û niştîmanî.

Pêwîstiya demê bi serkirdeyên wêrek heye, bawerî bi wê yekê bike ku Kurd hêja ne cihê wan a serbixwe di nav gelan de hebe, ne bibin destek di projeyên aliyên din de.