Barrack: Hîn nakokî di navbera Hikûmeta Sûriyê û HSD de heye

Barrack: Hîn nakokî di navbera Hikûmeta Sûriyê û HSD de heye
Barrack: Hîn nakokî di navbera Hikûmeta Sûriyê û HSD de heye

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê taybet yê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack dibêje ku hîn nakokî di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û HSD de heye û danûstandinan asteng dike.

Barrack ev yek di daxuyaniyekê de ji ajansa "AP" re ragihand û diyar kir ku nakokî li ser şêweya tevlîbûna HSD heye.

Li gorî şandiyê Emerîka, "di dema niha de çareseriyeke nêzîk derbarî vê doseyê tune ye, û ev yek bi gavên biçûk bi rê ve diçe".

Roja Çarşemê û piştî civîna şanda HSDê û berpirsên Hikûmeta Sûriyê li Şamê, her weha civîna Barrack li gel El-Şeri’, Şandiyê Emerîka gotibû ku "divê HSDê di demeke nêzîk de tevlî artêşa Sûriyê bibe".

►Her weha Bixwîne.. Hikûmeta Sûrî: Em sîstema fedralî qebûl nakin