Baxçelî: Bi çekdanîna PKKê re Turkiyê derbasî qonaxeke nû dibe

Baxçelî: Bi çekdanîna PKKê re Turkiyê derbasî qonaxeke nû dibe

Welat TV - Hewlêr

Serokê MHPê Dewlet Baxçelî da zanîn ku serokê PKKê Ebdilah Ocelan soza xwe bi cî anî û partiya wî dest bi danîna çekan kir û ev yek destpêka qonaxeke nû ye li Turkiyê û deverê ye.

Baxçelî ev yek ragihand piştî ku yekem grûpa PKKê çekên xwe danîn, û diyar kir ku êdî derdora 50 salî ji tundûtûjiyê li Turkiyê bi dawî dibe.

Baxçelî çekdanîna PKKê wek ”pêşhateyên dîrokî û dawiya qonaxeke tarî” bi nav kir.

Dewlet Baxçelî her weha spasiya serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan û her kesekî ku kar di vê derbarê de kirî, kir.

*Her weha bixwîne: PKK dest bi danîna çekan dike