Baregeha Barzanî derfeteke dawiyê dide Bexdayê

Baregeha Barzanî derfeteke dawiyê dide Bexdayê

Welat TV - Hewlêr

Baregeha Barzanî ragihand ku Partiya Demokarata Kurdistanê (PDK) ji bo wergirtina helwesta pêwîst civiya, lê belê Dr. Fuad Husên piştî guftûgoya bi aliyên siyasî yên Iraqê re vegeriya Kurdistanê û ragihandiye ku Iraqê soz dane ku di çend rojên pêş de pirsa şandina mûçe û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê werin çareserkirin.

Baregeha Barzanî tekez kir ku derfeteke dawiyê daye Bexdayê. 

Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî bi vî awayî hatiye belavkirin:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan Di derbarê kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal de, li ser yek alîkirina pirsa mûçe û budce û şayesteyên darayiyên Herêma Kurdistanê, îro mekteba siyasî ya Partî (PDK) ji bo wergirtina helwesta pêwîst civiya.

Lê belê her îro birêz Dr. Fuad Husên piştî guftûgoya bi aliyên siyasiyên Iraqê re vegeriya Kurdistanê û bi mekteba siyasî ya Partî re ragihandiye ku alî û kesayetiyên siyasî û Hikûmeta Iraqa Federal ji bo çareserkirina wê kêşeyê soza wê yekê dane ku li çend rojên pêş de pirsa şandina mûçe û şayesteyên darayiyên Herêma Kurdistanê bê çareser kirin.

Her li ser daxwaz û soza wan û bi navê berdewambûna gotûbêjeke aram û berçavgirtina rewş û berjewendiya giştî, me pê baş bû derfeteke dawî bi Hikûmeta Iraqa Federal li Bexda bidîn bo ku rêyeke ji bo dawî anîna vê kêşeyê peyda bike û herdem baweriya me bi wê yekê hebûye ku eger rêya guftûgoyê hebê me jî pê başe bi hevdû têgihiştinê kêşeyan çareser bikîn.

Baregeha Barzanî

12 ê Temmûza 2025