Mesrûr Barzanî pîrozbahiya tîmên Duhok û Zaxo dike: "Hêviya min serkeftina we ye"

Mesrûr Barzanî pîrozbahiya tîmên Duhok û Zaxo dike:

Welat TV - Hewlêr 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrobahiya herdu tîmên Duhok û Zaxo kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de li ser tora civakî X got: "Bi helkefta gihiştina herdu tîmên Duhok û Zaxo bo lîstika dawiyê ya Cama Iraqê, gerimtirîn pîrozbahiyan li we dikim".

Mesrûr Barzanî diyar kir, "Ev destkeft ji ked û behreya ciwanên me ye û şanaziyeke mezin ji tevaya Kurdistaniyan re ye".

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de got: "Hêviya min serkeftina we ye".

Yekem car e, herdu tîmên Duhok û Zaxo bi hev re digihin lîstika dawiyê ya cama Iraqê. Ta niha dema lîstika dawiyê nehatiye destnîşankirin, lê tê pêşbînîkirin ku di 16 mehê de be.