FIFA lîsteya nû ya baştirîn hilbijardeyên cîhanê ragihand

FIFA lîsteya nû ya baştirîn hilbijardeyên cîhanê ragihand
FIFA

Welat TV - Hewlêr

Lîsteya nû ya baştirîn hilbijardeyên cîhanê yên topa pê derket û Arjantîn di rêza yekem de ma.

Di rêzbendiya herî dawiyê ya ”FIFA” de ku duh derket, Arjantîn di rêza yekem de ma, Ferensa duyem, Ingland sêyem, Belçîka çarem û Birazîl di rêza pêncemîn de ma.

Li ser asta kîşwera Asyayê, Qeter piştî bidestxistina cama Asyayê, 21 pilan bilind bû û di rêza 37an a baştirîn hilbijardeyên cîhanê de cih girt her weha Sûriya 2 pilan bilind bû û di rêza 89an de cih girt.

Li ser asta kîşwera Ifrîqiyayê, palewanê Ifrîqiyayê Kotdîvwar 10 pilan bilind bû û di rêza 39an de cih girt.