Hesekê.. Salvegera koçbarkirina nivîskar Mehmûd Sebrî hat bibîranîn

Hesekê.. Salvegera koçbarkirina nivîskar Mehmûd Sebrî hat bibîranîn
Hesekê.. Salvegera koçbarkirina nivîskar Mehmûd Sebrî hat bibîranîn

Welat TV - Hewlêr

Salvegera duyemîn a koçbarkirina helbestvan û nivîskarê Kurd Mehmûd Sebrî di çalakiyekê de li Hesekê hat bibîranîn.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya û Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnemevanên Kurd li Sûriya bi vê çalakiyê rabûn. Hejmarek ji kesayetiyên siyasî, rewşenbîr û civaka sivîl amade bûn.

Di çalakiyê de hunermendê navdar Mehmûd Ezîz Şakir li gel hunermend Me'sûm Şikakî û Azad Şikakî hejmarek stran pêşkêş kirin.

Xelata Mehmûd Sebrî bo nivîskar Ibrahîm Qasim hat pêşkêşkirin.

Nivîskar Mehmûd Sebrî ku bi "Evîndarê Xemgîn" jî tê naskirin, xwediyê bêtirî 10 berhemên bi zimanê dayikê ye.

Di 18ê Tîrmeha 2023yan de li Hesekê koça dawî kir.