Çalakvan: Hikûmeta Sûrî nahêle alîkarî derbasî Siwêdayê bibin

Welat TV - Hewlêr

Çalakvanekî siyasî da zanîn ku hikûmeta Sûrî pabendiyê bi agirbestê li Siwêdayê nake û li hin deveran êrîşan encam dide.

Çalakvan Suqrat Nofel ji Welat TV re got ku hîn gundên rojavayê Siwêdayê di bin destê hikûmeta Sûrî de ne û wan gundan weke navend ji bo êrîşan bi kar tîne.

Nofel diyar kir ku şeva bûrî û berbanga îro êrîş li aliyê bakur û bakurê rojhilatê Siwêdayê hebûn.

Suqrat Nofel serbar kir ku rewşa mirovî li Siwêdayê karesatî ye û pêwîstiya xelkê bi alîkariyan heye.

Li gorî Nofel, Siwêda dorpêçkirî ye û hêzên hikûmeta Sûrî nahêlên alîkarî derbasî bajêr bibin.