Siyasetmedarên Kurd: Hebûna desthilateke yekreng sedema tundûtûjiya Siwêdayê ye
Welat TV - Hewlêr
Tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hevxemiya xwe bi Siwêdayê re nîşan dide û daxwaza çareseriyeke nenavendî li Sûriyê dike.
Siyasetmedar û Ekadîmînasên Kurd dibêjin ku, hebûna desthilateke yekreng li welatekî pireng weke Sûriyê ji sedemên tevlîheviyê ye.
*Nenavendî çareserî ye
Serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya Nafih Ebdulah ji Welat TV re da zanîn ku, pêkahteyên Sûriyê hatin paşguhkirin, û bijardeyên leşkerî rewşê çareser nakin, çareserî bi rêya diyalogê ye ji bo avakirina Sûriyeke nenavendî ku mafên hemû pêkhateyan tê de parastî bin.
*DAIŞ bi hêz dibe
Lêkoler Welîd Çolî jî got ku reftarên hikûmeta Şamê bêhêviyek dirus kiriye û rêxistina DAIŞ a terrorist li Sûriyê bihêz dibe
Serkirdeyê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Faris Osman dibêje, nebûna nûneratiya rast a pêkhateyên Sûrî di Hikûmeta Veguhêz de sedema tundûtûjiyê ye.
Ji hilweşîna Rêjîma Esed ve û ta niha, tevegera siyasî ya Kurdî tekez dike ku nenavendî çareseriya tekane ye ji bo rawestandina rijandina xwînê li Sûriyê û parastina mafan.