Keçeke Kurd a Êzidî li Kampa Holê hate dîtin û rizgarkirin

Keçeke Kurd a Êzidî li Kampa Holê hate dîtin û rizgarkirin
Keçeke Kurd a Êzidî li Kampa Holê hate dîtin û rizgarkirin

Welat TV - Hewlêr

Keçeke Kurd a Êzidî piştî 11 salan ji revandinê, li Kampa Holê li Rojavayê Kurdistanê hate dîtin û rizgarkirin.

Rîham Hecî di sala 2014an de dema ku 9 salî bû li Şingalê ji aliyê Rêxistina "DAIŞ" a terorîst ve hatibû revandin, û piştî ku "HSD" ew li Kampa Holê dît, vegeriya nav kesûkarên xwe.

Di sala 2014an de, di encama êrîşên DAIŞa terorîst de li ser Şingalê, bi hezaran bûne qurbanî û bi hezarên jin û zarokan hatin revandin.

li gorî dawîn amarên "Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî" ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ta niha nêzîkî 2558 kes wendayî ne, di nav wan de 1225 jin hene.