Qamişlo.. Yarîgehên taybet bûne cihekî werzişî û civakî ji bo ciwanan
Welat TV - Hewlêr
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê yarîgehên taybet bûne cihek ji bo ciwanan da ku li hev kom bibin û werzişê bikin.
Ji bilî parastina tenduristiya laş, ciwan van yarîgehan ji xwe re weke dergehekî sereke ji bo rizgarbûnê ji fişarên jiyana rojane dibînin.
Kwalîtiya yarîgehan ji cihekî bo cihekî tê guhertin. Hemada Xelîl ciwanekî bajêr e, Ji Welat TV re dibêje ku hin zemîn kevin bûne û carinan dibin sedema birîndarbûna werzişvanan, her weha pêwîstî bi zêdebûna yarîgehan jî heye.
Nirxên girtina yarîgehan ji bo lîstikê li gorî asta xizmet û paqijiyê tên destnîşankirin, di demên dawiyê de nirx zêde bûne û ev yek ji bo kesên ku dahata wan kêm e, dibe astengî.
Li bajarê Qamişlo dredora 11 yarîgehên girtî ên taybet hene, ku li ser taxên bajêr belav dibin.
li gorî mezinahiya qadê, 12 ta 14 lîstikvanên ciwan di her demjimêrekê de lê dilîzin.