Amarên ji Siwêdayê: 1300 qurbanî, 200 hezar derbider, 1500 wendabûyî û 31 gundên talankirî
Welat TV – Hewlêr
Çalakvana siyasî Sewsen Ebû Rislan da zanîn ku dorpêçeke tund li ser Siwêdayê heye û rewşa mirovî gelekî zehmet e.
Çalakvana siyasî Sewsen Ebû Rislan ji Welat TV re got: ji ber dorpêçê jiyan li Siwêdayê nemaye, û kêmasiyeke mezin di derman, nan û pêdiviyên rojane de heye. Ji ber kêmbûna ard di nanxaneyan de nan ji îro pêve li Siwêdayê namîne.
*Amar
Sewsen Ebû Rislan diyar kir ku 31 gund hatine talankirin û şewitandin û bêtirî 200 hezar kesî li Siwêdayê derbider bûne. Her weha 1300 qurbanî hene jê 150 zarok in her weha 1600 wendabûyî hene û çarenivîsa wan ne diyar e, heta niha li hin cihan bi taybet li gundên Rojavayî term li kolanan in.
*"Bawerî nemaye"
Çalakvana siyasî Sewsen Ebû Rislan diyar kir, derfet ji bo diyalogê bi hikûmetê re nemaye ji ber ku bawerî nemaye, û hikûmetê bi xwe ew tawan û komkujî encam dane, lewma Em banga vekirina dergehkî sînorî li Siwêdayê dikin.