Nêçîrvan Barzanî tekeziyê li ser berdewamiya hewlên rizgarkirina revandiyên Êzidî dike

Nêçîrvan Barzanî tekeziyê li ser berdewamiya hewlên rizgarkirina revandiyên Êzidî dike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser daxwaza bicîkirina rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê derbarê asayîkirina rewşê li Şingalê kir.

Îro 28ê Tîrmeha 2025an, li Hewlêrê Rêxistina Yezda di çalakiyekê de, salvegera 11an a cînosayda li dijî Êzdiyan vejand.

Balyozê giştî yê Emerîka û hejmarek berpirs amade bûn, Berdevkê Serokatiya Herêmê Dilşad Şihab gotina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşkêş kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotina xwe de tekezî li ser berdewamiya hewlên rizgarkirina revandiyên Êzidî û eşkerekirina çarenivîsa wan kir.

Her weha tekez kir, ku ji erkê Hikûmeta Iraqê ye, li welatiyên xwe yên Êzidî xwedan derkeve, Her weha êdî rê nede ku Şingal û deverên Êzidî qada nakokiyê ya grûpên çekdar û milîsan bin.

Serokê Herêma Kurdistanê, daxwaza bicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşê li Şingalê kir, û daxwaz kir ku Şingal bibe parêzgeh.