Xeyrî Bozanî di rêya Welat TV bang dike kampa Holê di bin destê aliyekî navdewletî de be
Welat TV - Hewlêr
Serperiştiyarê doseya rizgarkirina revandiyên Ezidî û rawêjkarê serokê Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî, got bi hezaran ji revandiyên me yên Kurdên Êzidî hîn ne diyar in û divê HSD, û hikûmeta Iraqê û aliyên navdewletî bi erkê xwe rabin.
Bozanî di çarçoveya beşdariya xwe di programa Rojeva Welat de got: ji sala 2014an ve 6417 revandiyan Êzidî hene jê 3590 hatine rizgarkirin, piraniya revandiyên mane li kampa Holê ya din destê HSD li Rojavayê Kurdistanê ne.
Bozanî da zanîn, ji dema bidawîkirina DAIŞê em hewl didin revandiyên xwe vegerînin lê HSDê rê nade me em revandiyên xwe rizgar bikin û bi me re ne alîkar e.
Bozanî her weha got jî, Piraniya revandiyan di kampa Holê de ne, û HSDê beşek ji keçên me dibe Qendîlê û wan leşker dike.
Xeyrî Bozanî diyar kir, Hebûna kampa Holê karekî xerab e û radestkirina wê bo Şamê xerabtir e lewma ew dixwazin di bin destê aliyekî navdewletî de be, ji bo vegerandina wan revandiyan.
Xeyrî Bozanî diyar kir Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariyên berdewam ji Êzidiyan re pêşkêş dike lê Bexda ne alîkar e û divê HSD, û hikûmeta Iraqê û aliyên navdewletî bi erkê xwe rabin, ji bo vegerandina hemû revandiyan.
Xeyrî Bozanî behsa rewşa Şingalê kir û got: Hîn kavil û wêranbûyî ye, divê rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya 2020an were bicîkirin, lê hikûmeta Iraqê naxwaze rêketinê bi cî bike.