Qamişlo.. Hilbijartina dermanan rewşa nexweşên penceşêrê zehmetir dike

Welat TV - Hewlêr

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê nexweşên penceşêrê û malbatên wan ji ber nebûna hevsengiyê di navbera bihayên dermanên kîmawî û rewşên darayî yên zehmet de, rastî pirsgirêkan tên.

Du cureyên van dermanan bi giranî têne bazarê "Ewropî û Hindî". Ev yek nexweşan li pêş du bijardeyên tal dihêle.

Elî Tiwêr ku hevjînê nexweşeke penceşêra pêsîran a 55 salî ye li ser ezmûna xwe ya bi têçûna derman re ji Welat TV re axivî û got ku wan dermanên Hindî bi kar anîne lê ew bawer dike ku dermanên Ewropî çêtir in:

"Yekem derzî têçûna wê li ser me bi nêzîkî molyonek leyreyên Sûrî bû, lê ev derziyên dawî li ser me bi nêzîkî 800 hezarî ne.

Derziyên Ewrpoî giran in lê dibe ku bandora wan baştir be. Bi rastî,yên Hindî jî baş in û nexweşê me sûdê dibîne".

Pizîşkê pispor di nexweşiyên girêk û xwînê de Danîş Haj Ibrahîm dibîne ku bihayê derman her gav bandor û karîgeriyê diyar nake û tekez dike ku hin nexweş ji dermanên Hindî sûdê 100% werdigirin "tevî têçûna wan a kêm".

Ji aliyê xwe ve jî dermansaz piştrast dikin ku di navbera her du cûreyên dermanande cudahiyeke rastîn di kiwalîtî û biha de heye.

Dermansaz Selah Remo ji Welat TV re da zanîn ku "cudahiya kiwalîtiyê di heman demê de girêdayî awayê embarkirina dermanan û bandora wan li ser nexweşan e".

Hilbijartina di navbera dermanên Ewropî û Hindî de li gorî karînên darayî, li ser nexweşan tê ferzkirin ne jî ji encama raspardeya pizîşkî ye, û ji ber nebûna çavdêriya rastîn li ser dermanan yan jî piştgiriya pizîşkî ji aliyên berpirsyar ve, mafê nexweşan tê xwarin.