Serok Mesûd Barzanî cejna Çileyê Havînê pîroz dike
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî payamek bi bûneya cejna Çileyê Havînê ya Kurdên Êzidî belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de cejn pîroz kir û hêvî kir hemî cejn û helkeftên ayînî di aramî û xweşiyê de derbas bikin.
*Peyama serok weha hatiye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta cejna Çilê Havînê ya xûşk û birayên Êzîdî pîrozbahiyeka germ li Civata Rûhanî û hemî Êzîdiyêt Kurdistanê û cîhanê dikim.
Hîvîdar im xûşk û birayêt Êzîdî hemî cejn û helkeftêt ayînî di aramî û tenahiyê da bibene ser.
Cejna hewe pîroz bît û bimînin bi xêr û xoşî.
Mesûd Barzanî
1 ê Tebaxa 2025