Fransa.. Çalakvaneke Kurd dest ji cîgiriya Serokatiya Komeleya Revenda Sûrî kişand
Welat TV - Hewlêr
Cîgira Serokê Komeleya Revenda Sûrî li Fransa Meryem Şemdîn dest ji kar kişand.
Meryem Şemdîn xelka Rojavayê Kurdistanê û seroka Rêxistina Dengên ji bo Guhertinê ye di daxuyaniyekê ragihand ku wê dest ji posta cîgira serokê Komeleya Revenda Sûrî li Fransa kişand.
Şemdîn di daxuyaniya xwe de diyar kir ku komele "êdî nûnertiya tevaya pêkhateyên Sûriyê nake û bi tenê bûye ya yek pêkhate û yek aydiyolociyê".
got jî: "Bêdengiya Komeleya Revenda Sûrî li Fransa beramberî binpêkirinên li dijî sivîlan li Siwêdayê û beriya wê jî li Beravê û tevaya binpêkirinên din, nayê qebûlkirin".
Meryem Şemdîn diyar kir jî ku "revend xwepêşandanên alîgir ji desthilata veguhêz a Sûriyê re bi rêk dixe,her çiqas ku siaysetên wê şaş bin jî".