11 sal di ser êrîşa DAIŞê li ser Şingalê re derbas dibin
Welat TV - Hewlêr
11 sal di ser êrîşa DAIŞê li ser Şingalê re derbas dibin ku tê de bi hezaran Êzidî şehîd bûn.
3yê Tebaxa 2014an, DAIŞê êrîşî Şingalê kir, zêdetirî 5 hezar Êzidî şehîd bûn, 6417 jin û zarok revandin û 80% ji bajar û gundên Şingalê ji ber şer wêran bûn.
Piştî êrîşa DAIŞê, ta niha derdora 50 gorên bikom yên Êzidî li Şingalê hatine dîtin.
Li gorî amarên Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî, ji ber êrîşa DAIŞê, zêdetirî 325 hezar Êzidî ji Şingalê koçberî Herêma Kurdistanê bûn û zêdetirî 100 hezarî jî penaber bûn.
Piştî derbasbûna 11 salan bi ser cînosayda Şingalê re, 13 welatan û çend rêxistinên navneteweyî êrîşa DAIŞê li ser Şingalê weke cînosayd da naskirin.