Serok Barzanî: Êrîşa Şingalê beşeke ji zincîra tirajîdiyên li dijî gelê Kurdistanê
Welat TV - Hewlêr
Serok Barzanî nameyek di salvegera 11an a Cînosayda Şingalê de belav kir û banga qerebûkirina qurbaniyan kir.
Serok Barzanî da zanîn ku êrîşa li dijî Êzidiyan berdewamî bû ji zincîra tirajîdiyên li dijî gelê Kurdistanê û ji ber ku ew Kurd in hatin armanckirin.
Nameyê rola Pêşmergeyên Kurdistanê di rizgarkirina Şingalê de bilind nirxand her weha spasiya hêzên hevpeymaniyê kir li ser piştevaniya Pêşmergeyan.
Serok Barzanî got ku divê hikûmeta Iraqê bi erkê xwe rabe û qurbaniyên kareseta Şingalê û yên hemû cînosayidên din dermafê gelê Kurdistanê de, qerebû bike.
Her weha Serok Barzanî silav bo giyanê şehîdên êrîşa Şingalê şand û got: ”Divê reftarên şovînî li dijî gelê Kurdistanê bi dawî bibin”.
*Her weha bixwîne: 11 sal di ser êrîşa DAIŞê li ser Şingalê re derbas dibin