Serhan Îsa: Ji ber bûyerên Siwêdayê me hevdîtina Ehmed El-Şeri´ red kir
Welat TV – Hewlêr
Berdevkê Encûmena Êzidiyên Sûriyê eşkere kir ku Hikûmeta Sûriyê vexwendineke fermî ji wan re şand lê wan red kir.
Berdevkê Encûmena Êzidiyên Sûriyê Serhan Îsa ji Welat TV re got, beriya bûyerên Siwêdayê Hikûmeta Sûriyê vexwendinek ji wan re şand ji bo encamdana hevdîtinekê li Koşka Gel bi serperiştiya serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri´.
Serhan Îsa behsa sedemên redkirina wê vexwendinê kir û got ji ber bûyerên Siwêdayê û binpêkirinên ku hatine encamdan me ew vexwendin red kir.
Encûmena Êzidiyên Sûriyê, got jî, piştî hilweşandina rêjîma Esed careke din komkujî li dijî hin pêkhateyên din ên Sûriyê hatin encamdan.
*Êzidî hatine qirkirin
Berdevkê Encûmenê got, Armanckirina Êzidiyan li sînorê Şingalê ranewestiya, û di salên 2012 û 2013 de Bereya Nusre Êzidî ji gundên wan li gundewarê Serê Kaniyê koçber kirin, û 2018an li Efrînê pinbêkirinên rêbazkirî hatin Encamdan.
Encûmena Êzidiyên Sûriyê bang li aliyên navdewletî kir, ku bi berpirsayetiya xwe rabin û komkujiyan rawestînin û divê pêkhateyên Sûriyê werin parastin. Encûmena Êzidiyên Sûriyê tekezî li ser girîngiya kar ji bo avakirina Sûriya demokrat, piralî û nenavendî kir.