Rêber Ehmed: Êrîşa Şingalê yek ji mezintirîn karesatên li dijî mirovatiyê ye

Rêber Ehmed: Êrîşa Şingalê yek ji mezintirîn karesatên li dijî mirovatiyê ye

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di Kongireke Rojnamevanî de li salvegera 11an a êrîşa rêxistina DAIŞê li dijî Kurdên Êzidî, da zanîn ku ew êrîş yek ji mezintirîn karesatên li dijî mirovatiyê ye.

Rêber Ehmed da zanîn, divê dadwerî ji bo qurbaniyan were bicîkirin û şêniyên Şingalê vegerin warê xwe.

Rêber Ehmed da zanîn ku hin milîsên li derveyî yasayê nahêlin rêkeftina Şingalê bicî bibe û divê hikûmeta Iraqê bi erkê xwe rabe û wan hêzan ji Şingalê derxe û guhertina demogarfî rawestîne.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed tekezî li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê ji rizgarbûyên Êzidî re û karên berdewam ên ji bo rizgarkirina revandiyan kir.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed banga li civaka Navdewletî û hikûmetê Iraqê kir ku bi erkê xwe rabin, her weha banga qerebûkirina hemû ziyandîtî, dadgehkirina tawanbaran, bicîkirina rêkeftina Şingalê û biryara 140 ya destûra Iraqê kir.