Mezlûm Ebdî: Peywendiyên me yên rasterast bi Turkiyê re hene
Welat TV - Hewlêr
Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî da zanîn ku peywendiyên wan ên rasterast bi Turkiyê re hene û rêkeftina 10ê Adarê Sûriyê ji şerekî navxweyî dûr xist.
Mezlûm Ebdî ev yek ji Rojnameya Yeni Yaşam a Turkî re ragihand û diyar kir ku Sûriyê berev şerekî navxweyî diçû û dibe şer navbera Kurd û Ereb û Elewî û Sune de derketiba.
Derbarê helwesta Turkiyê ji rêkeftina 10ê Adarê, Ebdî da zanîn ku erê li ser rêkeftinê nekir lê diyar e ku ew qedexe jî nekir.
Mezlûm Ebdî got ku peywendiyên wan ên rasterast bi Turkiyê re hene û ew dixwazin wan peywendiyan pêş bixin û Turkiyê ji wan dixwaze ku bi Şamê re bigihin rêkeftinekê.
Derbarê sîstema desthilatdariyê li Sûriyê, Ebdî da zanîn ku dê gehurtinek di sîstema desthilatdariyê de li Sûriyê hebe û bibe nenavendî.