Şanda Kurdî civînekê li dar dixe û serokê wê Mihemed Ismaîl naverokê diyar dike
Welat TV - Hewlêr
Şanda Kurdî civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo li dar xist, û mîkanîzmeke karê navxweyî yê şandê destnîşan kirin.
Îro 5ê Tebaxa 2025an, civîn li nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê PDK-S li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, li dar ket.
Serokê Şanda Kurdî Mihemed Ismaîl ji Welat TV re diyar kir, wan mîkanîzmên karê navxweyî di nav de şêwiya birêveçûna karê Şandê û hemahengiya di navbera endamên wê de pesend kirin.
Ismaîl her weha da zanîn, xalên nerîna Kurdî ya hevbeş û berfirehkirina xalên wê, ji bo destpêka qonaxa danûstandinan bi hikûmetê re, hatin gotûbêjkirin.
Serokê Şandê ji Welat TV re tekez jî kir, endamên şandê li ser berdewamiya gotûbêjan di pêşerojê, de, li hev kir.