Baregeha Barzanî: Bêrêziya li dijî birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg hatiye kirin bi tundî şermezar dikin
Welat TV - Hewlêr
Baregeha Barzanî, bêrêziya li dijî Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan li Kurdistan û Cîhanê û Serokê Civata Ruhaniya Êzdiyan a li ku Elmanya hatiye kirin, bi tundî şermezar kir.
Baregeha Barzanî duh 5ê Tebaxa 2025an, daxuyaniyeke şermezariyê belav kir tê de piştevaniya xwe ji bo Mîr Hazim Tehsîn Beg tekez kir û hewlên, ji bo dirustkirina nakokiyan li nav Êzidiyan û sivikatîkirina bi pîroziyên wan red kirin.
*Naveroka daxuyaniyê weha hatiye belavkirin:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Gelek bi tundî, wê bêrêziyê şermezar dikîn ku ji aliyê kesekê nezanê Êzdî ve, li bajarê Berlînê li dijî birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan li Kurdistan û Cîhanê û Serokê Civata Ruhaniya Êzdiyan hatiye kirin.
Tevgerên bi vî awayî mebesteke xerapkarane li pişte û bi tu awayekê nayê qebul kirin. Her ji vir piştevaniya xwe ji bo birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg dûpat dikîn û hemû hewlek jî, ji bo dirustkirina du berekiya li nav Êzdiyan û sivikayetî kirina bi pîroziyên wan red dikîn.
Baregeha Barzanî
05ê Tebaxa 2025