Barhilgireke alîkariyan li Xezeyê wergeriya "20 mirin û bi dehan birîndar in"

Barhilgireke alîkariyan li Xezeyê wergeriya

Welat TV - Hewlêr

20 kesan di encama wergerandina barhilgireke alîkariyan li Xezeyê jiyana xwe ji dest da.

Tîma Berevaniya Sivîl da zanîn ku duh şeva Çarşemê barhilgireke alîkariyan li bajarê Dêr Beleh li Xezeyê wergeriya di encamê de 20 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan birîndar bûn.

*Dixwestin alîkariyan werbigirin

Jêderê diyar kir, qurbaniyan dixwestin alîkariyan werbigirin û li dora barhilgirê kom bûbûn.

*Israîl berpirs e 

Ji aliyê xwe ve "Tevgera Hemas", Israîl weke berpirs dît û got nahêle barhilgir di rêyên rast û fermî re bigihin Xezeyê û ji ber xerabûna rêya ku tê re hatiye, ew bûyer çêbûye.