El-Şeri' û Barrack proseya siyasî li Sûriyê gotûbêj dikin

El-Şeri' û Barrack proseya siyasî li Sûriyê gotûbêj dikin
El-Şeri' û Barrack proseya siyasî li Sûriyê gotûbêj dikin

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' û şandiyê taybet yê Emerîka bo Sûriyê Thomas Barrack, proseya siyasî li Sûriyê gotûbêj kir.

El-Şeri' li gel Barrack îro 6ê Tebaxê li Şemê bi amadebûne wezîrê derve yê Sûriyê Es'ed El-Şeybanî civiyan.

Li gorî daxuyaniyekê ji Serokatiya Sûriyê, di wê civînê dawîn pêşhateyên siyasî û ewlekarî li Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Her weha herdu aliyan "rêyên pêşxistina proseya siyasî bi rengekî ku serwerî û yekbûna xaka Sûriyê gerntî bike" gotûbêj kirin.