Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî nîşana mirovatî û bexşîna bêhempa ye
Şêxo Efrînî
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di çarçoveya 20 salan de bê rawestan û westan, paktirîn erk li hember mirovatiyê rabûye û encam daye, li jêr navê xwe yê pîroz, bi bê cudahî, xwedî li ziyandîtî, hejar, malbatên bêxwedî û kêmdahat, nexweş, penaber û derbideran derketiye û pencemoreke spî di rûpela karên xêrxwazî û mirovatiyê de hiştiye.
Di 4ê Tebaxa sala 2005an, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hat damezrandin, di qonaxên cur bi cur re derbas bû, lê li ser rêya xwe nehat xwar, û her dem bi çavê mirovatiyê alîkarî pêkêş kirine, tu carî cudahî nexistiye, di nav pêkhateyan de, li ser ferman û rasperdeya serok Mesûd Barzanî, bû parêzvanê wî navî pîroz, û li 12 welatan hebûna xwe çespand û destê alîkariyê bi gujmê bi sedê milyonên dolaran bexşand.
*Ji Dêrikê ta Efrînê
JI dema şoreşa Sûriyê dest pê kiriye, û girjî û alozî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê derketine, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li ser fermana serok Barzanî di sala 2013an de 82 barhilgirên alîkariyan ji Dêrikê ta bi Efrînê belav kirin.
Di sala 2014an de jî, ji bilî şandina Hêzên Pêşmergeyan, ku heta niha cihê şanazî û rûmetê ye, dezgeh, yekemîn komelyên xêrxwazî bû xwe gihand Kobaniyê û bi hawara nalîn û qêrîna şêniyên wî bajarê yên ku ji ber hovîtiya DAIŞê dinalîn, çû û pencemora xwe li wê derê jî hişt.
*Erdheja Efrînê
Ez weke kesekî ji Efînê tu carî çûna Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo Efrînê, piştî erdheja biêş li Efrînê, bi giştî û bi taybetî li bajarê Cindirêsê, ji bîr nakim, tu carî ez wê pêşwaziya germ a şêniyên me ji dezgehê re ji bîr nakim, çawa kal, pîr, jin, zarok, ciwan û ji her nifşekî, bi hilgirtina ala Kurdistanê di wê sir, seqam û sermayê de li ser rêyan rawestiyan û bi girî û çavên tijî hêsir pêşwazî li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir, û bi dengê bilind digotin: "Bijî Barzanî, bijî Bavê Kal, bijî serok Barzanî, hûn bi xêr hatin, ji 5 salan ve em li benda we ne".
Di 10 Sibatê de, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yekemîn dezgeha xêrxwazî derbasî Efrînê bû, û hawar û êş ziyandîtiyên erdheja Sibata 2023yan sivik kirin, bê cudahî alîkarî dan şêniyên deverê yên Kurd û derbiderên Ereb yên Sûrî.
Çûna Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo Efrînê hêviyeke mezin li ba şêniyan vegerandin, hêviyek ku ji stem, zordarî û binpêkirinan rizgar bibin, ji wê demê ve heta niha karekî berçav lê kiriye, û xwedî li ziyandîtî û zarokên sêwî (Projeya Ezîzan) derketiye. Ji bilî warê mirovî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di warên çand, rewşenbîrî û zimên de kar dike û xizmetî şêniyên Efrînê dike.
*Alîkariya Penaberan
Tevî ku Herêma Kurdistanê di krîzeke abûrî zehmet re derbasî dibû, û Bexdayê mûçe û budceya wê nedişandin û heta niha jî berdewam e, tevî wê yekê, Herêma Kurdistanê sînga xwe ji penaberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê û Erebên Sûriyê her weha derbiderên Iraqî re vekir, û pêşwazî li 2 milyon penaber û derbideran kir.
Ji sala 2011an ve bi sedê hezaran ji penaberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê berê xwe da Herêma Kurdistanê, û heta roja îro, bi qedir û rûmet lê dijîn, çi li nav kampan çi li dervey kampan, tu carî Hikûmeta Herêma Kurdistanê negotiye penaberan bar giran kiriye berûvajî, her dem serok Mesûd Barzanî dibêje: "Hûn ne mêvan in hûn li mala xwe ne", ji wê demê ve Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên mirovî li ser penaber û derbideran belav dike, û alîkariyên diravî, sepetên xwarinê û kelûpelên navmal pêşkêş dike.
*Gotina dawiyê
Salvegera 20an a damezrandina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pîroz dikim, hêvî dikim her dem di kar û erkê xwe de berdewam be, û li seranserî cîhanê nivîsgehên xwe veke û bibe dezgeheke cîhanî û navdewletî.
*Her weha bixwîne.. Rêfrandoma xweneçemandinê