Girkê Legê.. Welatî gazinan ji bilindbûna nirxên xizmetguzariyên tundirustî dikin
Welat TV - Hewlêr
3 nexweşxane di heyama salekê de li bajarê Girkê Legê hatine vekirin, lê tevî vê yekê welatî ji hin kêmasiyên di karta tendirustî de û bilindbûna nirxan berawerdî bi dahatb re dinalin.
Beriya niha welatiyên Girkê Legê berê xwe dida deverên din ji bo wergirtina xizmetguzariyên tendirustî lê niha xel ji gelek deveran berê xwe didin vî bajarî.
Li nexweşxaneyên Girkê Legê, alavên nûjen tên dîtin, lê gelek car têçûn ji karînên welatiyan zêdetir in.
Pizîşk Ehmed Silêman ku nexweşxaneyeke bajêr kar dike ji Welat TV re dibêje ku ew gudanê bi nexweşan dikin û alavên pêşketî di pişkinînan de bi kar tînin.
Pizîşk Hêmin Letîf jî dibêje ku hebûna beşên taybet bi hemû nexweşiyan gaveke mezin e di pêxistina karta tendirustî li herêmê.
Tevî gazinên welatiyan li ser niraxn, lê hebûna nexweşxaneyan wan ji azar û têçûna rêyên dirêj dûr dixe.