Rojnameyek: Hikûmeta Sûriyê û nûnerên Durziyan vê hefteyê dicivin

Rojnameyek: Hikûmeta Sûriyê û nûnerên Durziyan vê hefteyê dicivin

Welat TV - Hewlêr

Amadekarî ji bo lidarxistina civînekê ji bo danûstandinan di navbera Hikûmeta Sûriyê û nûner û rûspiyên Siwêdayê de li Urdinê têne kirin.

Li gorî rojnameya El-Quds El-Erebî, şandiyê taybet ê Emerîka bo Sûriyê Tomas Barrack pêwendiyan bi hemahengiyê dike li gel wezîrê derve yê Urdinê û hejmarek wezîrên derve yên Ereb û wezîrê derve yê Turkiyê, ji bo lidarxistina vê civînê.

Piştgiriya navdewletî

Jêderan da zanîn jî ev civîn dê di dawiya hefteyê de were lidarxistin, û piştgiriya navdewletî û herêmî ji bo serkeftina wê heye.

Li gorî jêderan, hewl tên dan da ku Şêx Hikmet El-Hecerî bi beşdarbûnê razî bibe, her weha hejmarek rûspî ji malbatên xwecihî û serkirdeyên grûpên çekdar jî amade dibin.