Toreke Mafnasî: 30 sivîl bûne qurbaniyên paşmayên şer li Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
Sih sivîl di kêmtir ji 10 rojan de bûne qurbaniyên paşmayên şer li Sûriyê.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de diyar kir ku li deverên cuda yên Hikûmeta Sûriyê di kêmtir ji 10 rojan, 8 sivîlan di nav wan de 5 zarok hene di encama teqîna paşmayên şer de canên xwe ji dest dane, û 18 sivîlên din birîndar bûne.
Rewangehê diyar kir jî ku li deverên HSD di teqîna paşmaên şer de 2 zarokan canên xwe ji dest dane.
Li gorî amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ji destpêka salê ve û ta niha, 499 sivîlan di teqîna paşmayên şer de canên xwe ji dest dana û 574 kes jî birîndar bûne.