Dêrik.. Gundê Zihêriyê cihekî balkêş e ji bo seyran û bînvedanê
Welat TV - Hewlêr
Li gundewarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê cihên balkêş ji bo seyranan hene. Bi bilindbûna pileyên germê re û bi mebesta bînvedanê welatî seredanê dikin.
Gundê Zihêriyê jî yek ji wan cihan e ku bi siruşta xwe ya ciwan û ava zelal naskirî ye û bala malbat û mêvanên ji deverên cuda dikişînin.
Di dema niha de, ewv siruşt ji ber kombûna bermayan û paşguhkirinê, rûbirûyê gefan tê, lewma niştecî û mêvan daxwaza parastina paqijiya deverê dikin.
Yûsif Kiço ku ji şêniyên gundê Sêgira ye dibîne ku "ji bilî vê deverê tu cihekî geştiyariyê nemaye ta ku malbat lê bihna xwe vedin, û dema ku malbat seredanê bikin pêwîst e hay ji paqijiyê hebin".
Nişteciyekî Zihêriyê jî bi rêya Welat TV ji mêvanan dixwaze ku xwedî li cihên geştiyariyê derkevin û xwe ji qirêjkirina wan dûr bixin.
Gundê Zihêriyê yek ji cihên geştiyariyê yên herî balkêş e li gundewarê Dêrikê, parastina ciwanî û paqijiya wê, hevkariya her kesî dixwaze da ku ev siruşt ji bo niştecî û mêvanan tim cihekî ewle û ciwan bimîne.