Şandeke PDK-S serdana Dr. Xelîl Ebdulah li Efrînê kir
Welat TV - Hewlêr
Şandeke Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya serdana Dr. Xelîl Ebdulah yek ji damezrênerên PDK-Sê kir.
Şanda PDK-S bi serokatiya serkirdeyê partiyê Horo Osman bû û hejmarek ji kadirên partiyê li xwe girt.
Dr. Xelîl Ebdulah li Emerîka dimîne û bi serdan hatiye zêdê xwe gundê Kefirdelê Efrînê.
Dr. Xelîl Ebdulah ji dayikbûyê Efînê ye, sala 1933an, hilgirê bawenamey diktora di abûrînasiyê de ye.
Ji damezrênerên PDK-Sê tenê, Dr. Xelîl di jiyanê de maye yên din hemûyan koça dawî kirine.