Elmaniya.. Kurd bi awayekî birfireh tevlî hilbijartinên encûmenên tevlîbûnê dibin
Welat TV - Hewlêr
Penaberên Kurd roja 14ê Êlûnê rikbriyê di hilbijartinên encûmenên tevlîbûnê de li Elmaniya dikin.
Li gelek bajarên Elmanî, îsal berbijêrên Kurd hene ji bo pêşkêşkirina bernameyên girêdayî mijarên niştecîbûn, çand û xizmetguzariyên civakî.
Lîsteyên ku ciwanên Kurd, di nav de yên Rojavayê Kurdistanê li xwe digrin, hatine avakirin, nameya wan berbijêran jî avakirina pirên tevlîbûnê û xizmeta penaberan e.
Îsal berbijêrên Kurd bi awayekî berfireh tevlî hilbijartinên tevlîbûnê li Elmaniya bûne, û rêkberiyê li gel penaberên din dikin.
Encûmenên tevlîbûnê, desteyên şêwirî ne, pirs û dozên penaberan li pêş rêveberiyên xwecihî li Elmaniya pêşkêş dikin.