Barrack: Raporta navdewletî derbarê bûyerên beravê gavek cidî ye ji bo dadweriyê li Sûriyê

Barrack: Raporta navdewletî derbarê bûyerên beravê gavek cidî ye ji bo dadweriyê li Sûriyê

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack pêşwazî li raporta Komîta Lêkolînan a Neteweyên Yekgirtî derbarê bûyerên Berava Sûriyê kir û ew bi gaveke cidî ji bo bicîkirina dadweriyê bi nav kir.

Barrack da zanîn ku ew raport gaveke cidî ye ji bo danîna pîvanên zelal bo berpirsyaretî, pakî û dedgehkirina tawanbaran ji aliyê hikûmetê ve.

Şandiyê Emerîkî got jî, pêwîstiya Sûriya yekgirtî û giştgir bi karekî berdewam û sebrê ji cîhanê heye ji bo bicîkirina dadweriyê.

Li gorî raporta navdeletî, “hêzên Hikûmeta Veguhêz û çekdarên bi se wan ve, herweha paşmayên Rêjîma Esed, tawanên mezin li dijî sivîlan di bûyeran beravê de encam dane.”