Berhem û jiyan.. 4 sal di ser koçkirina Helbestvan Hadî Behlewî re derbas dibin
Welat TV - Hewlêr
Îro 4 sal bi ser koçkirina helbestvan Hadî Behlewî re derbas dibin, ku berhemên wêjeyî yên zengîn liu pey xwe hiştin.
Hadî Behlewî di 16ê Gulana 1948an de, li gundê Girzînê li Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Li gund xwendina xwe ya seretayî xwendiye û di sala 1962an de, pola nehan, li Qamişlo stendiye û ya amadeyî jî, li Hisekê stendiye.
Ji 1965’ê ve dest avêtiye pênûsê, û bi her du zimanên Kurdî û Erebî helbestê nivîsiye û di sala 1967an de, li zanîngeha Helebê kolêja zimanê Erebî xwendiye.
Di sala 2010an de, ew tûşî nexweşiya Şekir bû ta ku bînahiya herdû çavên xwe ji dest da.
Hevalê wî Nivîskar Dilawerê Zengî ji Welat TV re got ku jidestdana nerînê nikaribû wî ji afirandin û wêjeyê dûr bixstiba û xwestibû ku ew bi ala Kurdistanê were pêçandin dema dema ku koça dawî bike.
Sê berhemên Hadî Behlewî yên helbestan hene, ew jî ev in: "Wê Sibe Bê, " Ji Dil”, û "Ristek Janên Hûnayî”.
Bi dehan ji helbestên Hadî Behlewî bûne sitran û hunermendên wekî: Se’îd Gabarî, Buha Şêxo, Adil Hiznî, Hisên Bavê Azad û Selah Resûl helbestên wî strane.
Helbestvan Hadî Behlewî di geşta nivîskariya xwe de, “Xelata Mele Ehmedê Palo” di salvegera wî ya duyemîn de wergirtiye, û di 18/08/2021ê de, li bajarê Qamişlo koça dawî kir.