Miwefeq Terîf û Dermer civiyan.. Rewşa Siwêdayê hate gotûbêjkirin

Miwefeq Terîf û Dermer civiyan.. Rewşa Siwêdayê hate gotûbêjkirin

Welat TV - Hewlêr

Serokê Ruhî yê Durziyan li Israîlê Şêx Miwefeq Terîf li gel Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Israîlê Ron Dermer rewşa Siwêdayê gotûbêj kir.

Terîf îro da zanîn ku ew li gel Dermer ji bo şopandina rewşê li Sûriyê civiya û çespandina agirbestê li Siwêdayê hate gotûbêjkirin.

Miwefeq Terîf got jî ku pûçkirina dorpêça li ser Siwêdayê û vekirina korîdoreke mirovî ya ewleh hate gengeşekirin.

Beriya niha Terîf bang li civaka navdewletî kir ku helwestekê ji komkujiyên li Siwêdayê hatine encamdan bistîne û alîkariyan bighîne parêzgehê.