Hewlêr.. Nivîskar Ciwan Osman 2 pirtûkên xwe îmze kirin
Welat TV - Hewlêr
Pirtûkên bi navên "Kurdistan û Tu" û "Ez im Kurdistan" bi zimanên Kurdî û Erebî yên Nivîskar Ciwan Osman bi herdu zimanên Kurdî û Erebî li Hewlêrê hate îmzekirin.
Bi beşdariya hejmarek rewşenbîr, hezkiriyên wêjeyê û penaberên Rojavayê Kurdistanê, merasîmên îmzekirinê li navenda Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Hewlêrê bi rê ve çûn.
Di şevbuhêrka wêjeyê de, Nivîskar Ciwan Osman behsa naveroka pirtûkên xwe kir û nêrîn derbarê wê bi hev hatin guhertin.
Ahenga îmzekirinê ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya – Nûnertiya Kurdistanê û Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê – Şaxê Hewlêr ve hate lidarxistin.