Heysem Hisên: Min di romana xwe de hebûna Kurdan li parzemîna Efrîqa eşkere kiriye

Welat TV - Hewlêr

Semînareke rexneyî li ser romana Krîstal Efrîqî ya romanivîsê Kurd Heysem Hisên Li Elmaniya bi rê ve çû.

Semînar ji aliyê rexnevan Sebrî Resûl ve hate pêşkêşkirin û hejmareke xwendinên rexneyî tê de hatin pêşkêşkirin.

Romanivîs Heysem Hisên derbarê Romana xwe ji Welat TV re got, taybetmendiyeke vê romanê heye, ew jî çûna min bo Efrîqa ye û şopandina min ji rewşa Kurdan re ye.

Hisên diyar kir, ez di romana xwe de li ser sedemên çûna Kurdan bo Efrîqa, hebûna wan, êşên wan, jiyana wan û hûrgiliyên wan eşkere dikim.

*"Min nameyên xwe gihandin"

Romanivîs Heysem Hisên da zanîn, Ez kêfxweş bûn ku min di vê semînarê de, nameyên xwe ji romanê pêşkêş kirin û gihandin, her weha min bersiva her pirs, nerîn, têbînî û rexneykê da.

Helbestvan Elwan Şivan derbarê semînarê got, ev çalakiyeke girîng e û beşek e ji mafê nivîskar e ku berhemên wî werin rexnekirin û xwendin.

Semînar li bajarê Êsin ji aliyê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya ve hatibû lidarxistin û hejmarek nivîskar û rewşnbîr lê amade bûn.