Berpirsek: Hejmara wendabûyan li Sûriyê ta 300 hezarî ye

Berpirsek: Hejmara wendabûyan li Sûriyê ta 300 hezarî ye

Welat TV - Hewlêr

Berpirsekî Sûrî ragihand ku li Sûriyê di navbera 120 - 300 hezar wendabûyan hene, û heta niha 63 goristanên bikom hatine belgekirin.

Îro 19ê Tebaxa 2025an, Serokê Desteya Niştîmanî ya Wendabûyan li Sûriyê Mihemed Rîda Celxî ji ajansa Sana re got: Heta niha wan 63 goristanên bikom belgeh kirine û hejmara wendabûyan di navbera 120 heta 300 hezar windabûyan de ye.

Celxî da zanîn, niha nexşeyeke belgekirî ya goristanên bikom li cem wan heye û berdewam jî zanyarî li ser cihên goran ji wan re tên.

*Lêgerîn berdewam e 

Serokê Desteya niştîmanî ya wendabûyan got, karê wan gelekî zehmet e, û astengiyên zêde li pêş wan hene û nikarin demeke destnîşankirî ji bo bidawîanîna vê doseyê diyar bikin.