Dadwerê Dilovan koça dawî kir
Welat TV - Hewlêr
Dadwerê dilovan ê Emerîkî Frank Caprio duh 21ê Tebaxa 2025an koça dawî kir.
Caprio Ji ber helwestên xwe yên mirovane bi Dadwerê Dilovan dihat naskirin piştî nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.
Frank Kapriyo, yek ji dadwerên cîhanî yên navdar e, tuşbûna xwe bi penceşêrê dawiya Berçileya 2023yan de ragihand.
Frank Caprio, di dema dawiyê de bi navê Dadwerê Mirovatiyê yan Dadwerê Dilovan, hatiye binavkirin, ji ber rastbêjî, rastgoyî û dadperweriya xwe li gel dozên ku jê re dihatin bi kar dianî, û di serederiya xwe ya nerm û xweş navdar bû.
Caprio, parêzer û dadwerê Emerîkî ye, li ser torên civakî navdar e, rûniştinên xwe bi tometbaran re parve kirin, bi sedema dadperwerî û rastiya xwe karîbû, derbasî dilê bi milyonan bibe, gelek caran lêbûrînê ji kesên hejar û perîşan re derdixt.