Navxweya Sûriyê: Revandiyên ji Ceremana li Der'ayê hatin rizgarkirin

Navxweya Sûriyê: Revandiyên ji Ceremana li Der'ayê hatin rizgarkirin
Navxweya Sûriyê: Revandiyên ji Ceremana li Der'ayê hatin rizgarkirin

Welat TV - Hewlêr

Hejmarek ji kesên revandî yên ji Cereman, li Der'ayê hatin rizgarkirin.

Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand ku hêzên Ewlehiya Navxwe hejmarek kesên ji Ceremana ku li Der'ayê hatibûn revandin rizgar kirin:

"Piştî ku gihiştin Şamê ji aliyê Ehmed Dalatî serkirdeyê Ewlehiya Navxwe e li Siwêdayê hatin pêwazîkirin".

Beriya çend rojan, karwanekî alîkariyan ji Ceremana li gundewarê Şamê bi rêya Der'ayê berev Siwêdayê hatibû şandin. Li gorî jêderên Jêderên xwecihî, "grûpekê li rojhilatê Der'ayê ew karwan desteser kir, û 7 kesên bi karwanê alîkariyan re tevî otombîlên wan revandin".