Dêrik.. Hişkesalî û kêmbûna êm bandorê li xwedîkirina gamêşan dikin
Welat TV - Hewlêr
Li Gundewarê Dêrikê xwedîkirina gamêşan yek ji karên kevin e li deverê û jêdera sereke ya debara jiyana hin malbatan e.
Di dema niha de xwedîkerên gamêşan ji ber hişkesaliyê û kêmbûna êm rastî zehmetî û astengiyan tên.
Xelîl Xelef El-Berho ku malbata wî ji bav û kalan ve gamêşan xwedî dike, ji "Welat TV" re dibêje ku dabînkirina êmê gamêşan li pêş dabînkirina xwarina zarokên wan tê:
"Gamêş weke zarokên me ne. Divê em di destpêkê de êmê gamêşên xwe dabîn bikin beriya xwarina zarokên xwe, ju ber ku ev rizqê me ye. Zevî me û mûçeyên me tune ne, bi tenê ev gamêş hene û em ji pey wan debara jiyana xwe dikin".
El-Berho diyar kir jî ku ji ber hişkesaliyê çêrî nemaye û eger weha bimîne eger heye sala bê av jî nemîne û ev yek ziyanê dighîne wan û karînên kirîna êm tune ne:
"Di vê hişkesaliyê de şîr tune ye, gamêşa zayî nîv kîloyê nade. ji ber nebûna êm ajelên me dimirin".
Tevî zehmetî û astengiyên xwedîkirina gamêşan, xwedîker tekez dikin ku ev kar jêdera wan ya sereke ye ji bo debara jiyanê û ew bê wî nikarin bijîn, lewma "bang li aliyên pêwendîdar dikin" ku alîkariya wan bikin û ka û êm bidine wan.