Reuters: Barrack û Netanyahu rewşa Sûriyê gengeşe dikin

Reuters: Barrack û Netanyahu rewşa Sûriyê gengeşe dikin

Welat TV - Hewlêr

3 berpirsên Israîlê ragihand ku Şandiyê Emerîka bo Sûriyê gihişt Israîlê û rewşa Sûriyê û Libnanê li gel Netanyahu gengeşe kir.

Ajansa Reuters li ser zarê 3 berpirsên Israîlê da zanîn ku Şandiyê Emerîka Tom Barrack li gel Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu civiya, rewşa Sûriyê û Libnanê mijara civînê bû.

Li gorî ajansa Axios jî, Barrack li gel Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Israîlê Ron Dermer û Wezîrê Berevaniyê yê Israîlê Israel Katz ew mijar gengeşe kiriye.

Her di vê derbarê de, Reutersê li ser zarê 2 jêderên Sûrî got ku Sêşema Bûrî Wezîrê Derve yê Sûrî Es´ed El-Şeybanî û Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Israîlê li Parîsê rewşa ewlehî li başûrê Sûriyê gotûbêj kir.

*Her weha bixwîne: Barrack: Pêwîstiya Sûriyê bi sîstemeke nêzîkî fedraliyê heye